Reyîsî: Hebûna gel li meydanê hêmana herî girîng a hêz û ewlehiya neteweyî ye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê hebûna gel li meydanê wek hêmanan herî girîng a hêz û ewlehiya neteweyî ya Îranê da zanîn.
Li gorî rapora Iran Pressê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê vê sibê li kom agelê Kebûder Ahengê ya parêzgeha Hemedê li rojavayê Îranê, tevî amajeya bi vêya ku hêmana herî girîng a hêz û ewlehiya me ya neteweyî, gelê bawermend û hebûna wan li meydanê ye, got: Em şanaziyê bi hêzên xwe yên leşkerî û hêza xwe ya çekdarî dikin; Lêhêmana herî girîng a hêza me ya neteweyî, gelê hertim li meydanê ye.
Reyîsî tevî amajeya bi vêya ku roja îro şerê vîn û îradeyan e û vîna gelê ev e ku tevî hebûna pirgirêkan bi palpiştiya bi dîn û dirûşmeya "Emn dikarin" karê xwe bi pêş da bibe, got: Vîna dijmin ev e ku pêşiya vê vîna gelê Îranê bigire û vîna me jî ev e ku li hemberî boykot û dijwariyan rawestin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Berdevkê Koşka Sipî bi serşûrî dibêje ku em li hemberî Îranê têk çûne û ev yek serkeftin û bawera rasteqîn a gelê Îranê yê bihêz diselimîne.
Reyîsî tevî amajeya bi vêya ku me li ser daxwaza gelê ezîz, berxwedana li hemberî zêdexcwaz û pergala serdestîxwaz daniye rojeva karê xwe û em ê bi tu awayî ji helwêsta xwe paş venekişin, got: Gel hêmana herî girîng a hêzê li welêt e û her kiryara ku di tûşa bihêzkirina welêt da be, iqtidarê li welêt pêk tîne; Vêca divê ji bo berhemanîna zêdetir û baştir hewil bê dayîn.