Zêdebûna hêza deryayî ya Îranê bi saya çêkirin û radestkirina paporên dronber bo vê hêzê
Fermandê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Nûjenkirina kompaporên lojestîk û piştgiriya kompaporên hilgirê balefirên bêpîlot, zûrûfa yekîneyên deryayî zêde dike.
Emîr deryadar, Şehram Îranî, Fermandê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, îro her wiha got: Ji ber zirûfên ku bi saya cureyên balefirên bêîpîlot bo Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê pêk hatine, dikarin di warê deryayê de, operasyona çendalî û kompleks jî cih bînin.
Fermandê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku teselîkirin û serdestiya dronan di warê istixbaratî, îmkana şopandina meqerên dijmin ta çend sed heta zêde ji hezar Km pêk aniye û destnîşan kir: Eva zirûfeke bêmînak e ku ketiye ber destê Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ji ber ku ev balefirên bêpîlot bi desteyên firînê dikarin ji ser çend yekînan rabin û li navçeyeke diyar operasyona xwe cih bînin.
Deryadar Îranî her wiha got: Kompaporên Aetêşa Komara Îslamî ya Îranê di navbira 2 hezar Km û joratir de bi cih bûne û ewlehiya hêlên gemîvaniyê û hêla sereke ya aboriya Îranê dabîn dikin.