Îranê pêşwazî li dora din a gotûbêja bi Erebistanê ra kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i335232-Îranê_pêşwazî_li_dora_din_a_gotûbêja_bi_erebistanê_ra_kir
Rêveberê gişt ê Kendava Farsê ya Wezareta karên derve ya Îranê got: Eger Erebistanê amadeyî dora din a gotûbêjan be, Komara Îslamî ya Îranê pêşwazî dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 14, 2022 14:10 Asia/Tehran
  • Îranê pêşwazî li dora din a gotûbêja bi Erebistanê ra kir

Rêveberê gişt ê Kendava Farsê ya Wezareta karên derve ya Îranê got: Eger Erebistanê amadeyî dora din a gotûbêjan be, Komara Îslamî ya Îranê pêşwazî dike.

Li gorî rapora Fars Newsê, Elîreza Inayetî, Destyarê wezîrê derve û Rêveberê gişt ê Kendava Farsê ya Wezareta karên derve ya Îranê di gotûbêja bi Spiutnik'ê ra û wek bersiva vê pirsê ku gelo doreke nû ya gotûbêjan tev Erebistanê di rê da ye û gelo asoyek ji bo vejiyandina peywendiyan û danûstandina nûnertiyên dîplomatîk navbera du welatan ji wan vekirina balyozxaneyan di pêşerojeke nêzik da heye, got: Eger aliyê siûdî amadeyî lidarxistina dora din be û ji bo derbasbûna bo qonaxeke din ku dikare di çarçova gotûbêjeke siyasî da pêk were amade be, KOmara Îslamî pêşwazî dike.

Rêveberê gişt ê Kendava Farsê ya Wezareta karên derve ya Îranê derbarê hin raporên medyayî li ser vê esasê ku civînên ewlehiyê navbera aliyên îranî û siûdî bi dawî bûne û du alî roja îro derbasî qonaxa lidarxistina civînên dîplomatîk bûne, got: Hîn ev yek pêk nehatiye.