Tîrmeh 07, 2022 22:21 Asia/Tehran
  • Paşîniyan pêşwazî li beşdariya kompaniyên îranî di projeyên binesaziyê yên Ermenistanê kir

Serokwezîrê Ermenistanê ji beşdariya kompaniyên îranî di projeyên binesaziyê yên Ermenistanê pêşwazî kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Nîkol Paşîniyan serokwezîrê Ermenistanê di hevdîtina xwe ya îro di gel Elî Şemxanî Sekreterê Koneya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê û taxima pê ra, hevkariyên du welatan baş û ber bi pêş da zanîn.

Paşîniyan got: Dewleta Ermenistanê amadeyî xurtkirina asta hevkariyên giştalî tev Îranê li gorî dabînkirina berjewendî û rihetiya du gelan e.

Şemxanî jî tevî amajeya bi peywendiyên ber bi pêş ên Îran û Ermenistanê, kêmkirina kêşeyê, parastina ewlehiya navçeyî û zêdekirina hevkariyên komkî bêyî hebûna rol û destwerdana hêzên biyanî ji hewcetiyên lezgîn ên navçeyê ji bo aramî û pêşketinê da zanîn.

Sekreterê Koneya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê tevî tekeziya li ser çareserkirina nakokiyên heyî di navbera welatên navçeyê da bi rêya gotûbêjê û xwedûrkirina ji tundiyê, got: Her cûre kêşeya li navçeyê, dê rewşê ji bo hebûna welatên derveyî navçeyê amade bike ku teqez dê tu sûdek tê da tunebe.

Sekreterêl Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ji bo hevdîtina di gel rayedarên Ermenistanê vê sibê derbasî Yêrîvana paytexta vî welatî bû.

 

Serepeyv