Civîna balyozên Îran û Brîtanyayê li Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i335048-civîna_balyozên_Îran_û_brîtanyayê_li_bexdayê
Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê, Mihemed Kazim Alê Sadiq roja sêşemiyê bi Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanya li Iraqê re hevdîtin û gotûbêj kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 06, 2022 07:42 Asia/Tehran
  • Civîna balyozên Îran û Brîtanyayê li Bexdayê

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê, Mihemed Kazim Alê Sadiq roja sêşemiyê bi Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanya li Iraqê re hevdîtin û gotûbêj kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, li vê hevdîtinê ku li balyozxana Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê hat lidarxistin, rewşa dawî ya siyasî ya Iraqê û pêvajoya pêkanîna hikûmeta nû, hebûna hêzên hevpeymaniya navneteweyî li vî welatî, rola Iraqê li Têkiliyên herêmî û mijarên din ên li ser berjewendiyên her du aliyan hatin gotûbêjkirin û şêwirîn.

Alê Sadiq sefîrê Îranê li Bexdayê di vê hevdîtinê de tevî balkişandina ser piştevaniya Komara Islamî ya Îranê ji pêkanîna hikûmeteke bihêz û dînamîk li Iraqê, îşare bi dîroka alîkariyên Îranê li salên êrişên DAIŞ`ê bo ser vî welatî kir û hêvî xwest ku di têkoşîna li dijî terorê de dê standardên dualî neyên bikaranîn.