Hezîran 30, 2022 23:19 Asia/Tehran
  • Di navbera Hewlêr û Urmiyê ya Îranê û Iraqê de geşteke rasterast hat sazkirin

Rêveberê giştî yê balafirgehên parêzgeha Azerbeycana Rojava ya Îranê ji pêkanîna geşta rasterast di navbera Urmiyeya Îranê û Hewlêrê ya Kurdistana Iraqê de xeber da.

Li gorî rapora IRNA`yê; Rêvebirê Giştî yê balafirgehên parêzgeha Azerbeycana Rojava ya Îranê Mihemed Naîl Qaramelikî ragihand ku pêwendiya esmanî di navbera vê parêzgehê û Hewlêrê ya Iraqê bi riya balafirgeha navdewletî ya Şehîd Bakirî ya Urmiyê hatiye danîn û yekem geşta wê roja 4ê Tîrmehê dê pêk were. 

Qaramelikî herwiha got:Ev seferên hewayî her hefte rojên duşemê ji aliyê Kompaniya balafiran a Poya ve cih tê û saet 10:00ê sibê ji Balafirgeha Şehîd Bakirî ya Urmiyê ber bi Hewlêrê ve tên kirin û sefera vegerê jî heman rojê saet 12:00ê nîvro ji Balafirgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê tê kirin.

Parêzgeha Azerbeycana Rojava ya Îranê 3 balafirgehên bajarên Urmiye, Xoyê û Makoyê hene, lê beşeke berçav ji geştên esmanî bi rêya balafirgeha Şehîd Bakirî ya Urmiyê tên kirin.

Serepeyv