Anîna meytên 35 şehîdên nûpeydakirî yên serdema berevaniya pîroz bo Îranê
Hevdem bi salroja şehadeta Îmam Cewad (e.s) termên nûpeydakirî yên 35 şehîdên serdema berevaniya pîroz li sînorê Şelemçe li parêzgeha Xuzistanê (başûrê rojavayê Îranê) anîn nav axa Îrana Îslamî.
Di 22’ê Îlona 1980’an de, artêşa dagirker a rejîma Seddam, dîktatorê îdamkirî yê Iraqê, bi armanca jinavbirina sîstema nû ya Komara Îslamî ya Îranê bi alîkariya îstikbara cîhanî, şerekî berfireh li dijî Îranê ferz kir ku heşt salan berdewam kir.
Serdar general Seyd Muhemed Baqirzade, serokê komîteya lêgerîna wendahiyên serdema berevaniya pîroz a Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê, îro Pêncşemê li merasîma pêşwazîkirina termên paqij ên 35 şehîdên nûpeydakirî yên serdema berevaniya pîroz li sînorê Şelemçeyê ragihand: Ev şehîdana yên operasyonên amadekariyê yên Wel-Fecrê, Xeyber, Bedr, Kerbela 5 û dijêrişa Dijmin di dawiyê de, li herêmên Fekeh, Rojhilatê Dîcle û Şelemçê ne.
Serdar Baqirzade herwiha got: Meytên paqij ên van şehîdan îro gihandin Ehwazê û merasima bîranînê jî ji wan re li Meraca Şehîdên Ehwazê hat lidarxistin û piştî wê jî ji bo destnîşankirina nasnameyên wan, wan meytên paqij tînin Tehranê.