Hezîran 30, 2022 15:06 Asia/Tehran
  • Amarên herî dawî yên vîrusa koronayê li Îranê

Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên dawî de 3 kesên din ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (pêncşemê) û li gorî pîvanên teqez ên teşxîskirinê, li Îranê 529 nexweşên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hatin tespîtkirin û 93 kes ji wan rakirin nexweşxanan.

Li gorî vê yekê, hejmara giştî ya pêketiyên Covid 19 li Îranê gihîşt 7 milyon û 238 hezar û 126 kesan.

Her wiha di nava 24 saetên dawî de li Îranê 3 kesên din ji ber Kovîd-19ê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyan jî gihîşt 141 hezar û 389 kesan.

Li Îranê heta niha 7 milyon û 62 hezar û 657 nexweşên koronayê baş bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Derdora mehekê ye hejmara qurbaniyên Koronayê li Îranê yek jimar e û ev rêje berdewam e.

Li gorî amarên fermî, heta niha li cîhanê zêdetirî 551 milyon û 914 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û zêdetirî 6 milyon û 356 hezar kes jî bi sedema nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane.32

Serepeyv