Wezîrê Derve yê Pakistanê gihîşt Tehranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i334588-wezîrê_derve_yê_pakistanê_gihîşt_tehranê
Wezîrê karên derve yê Pakistanê ji bo hevdîtina digel rayedarên Komara Îslamî ya Îranê di serokatiya şanda siyasî-aborî de gihîşt Têhranê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 14, 2022 10:51 Asia/Tehran
  • Wezîrê Derve yê Pakistanê gihîşt Tehranê

Wezîrê karên derve yê Pakistanê ji bo hevdîtina digel rayedarên Komara Îslamî ya Îranê di serokatiya şanda siyasî-aborî de gihîşt Têhranê.

Li gorî rapora IRNA`yê, Bilawel Bhutto Zerdarî wezîrê karên derve yê Pakistanê piştî gihêştina Têhranê ji aliyê alîkarê sekreterê giştî û rêvebirê giştî yê başûrê Asyayê yê Wezareta karên derve ya Îranê ve hat pêşwazîkirin.

Ev yekem serdana berpirsekî pilebilind ê Pakistanê bo Îranê di hikûmeta nû ya Îslamabadê de ye.

Wezîrê karên derve yê Pakistanê piştî hevdîtinên fermî yên digel serokomar, wezîrê karên derve û wezîrê rê û bajarvaniyê yê Îranê, dê sibê, Çarşemê seredana Herema pîroz a hezretê Riza (S) îmamê heştemîn ê şîeyan li Meşhedê bike. 

Serdana Bilawel Bhutto Zerdarî bo Îranê hevdem e bi 75emîn salvegera pêkanîna peywendiyên dîplomatîk di navbera her du welatên cîran û dost ên Îran û Pakistanê de.