Tehran mazûvaniya yekem pêşangeha geştiyariya cîhana îslamî dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i334424-tehran_mazûvaniya_yekem_pêşangeha_geştiyariya_cîhana_îslamî_dike
Li gor Îran Pressê, Yekem pêşangeha geştiyariyê ya cîhana îslamî (IWTE) ji 7 heya 10 Hezîranê li navenda pêşangeha navneteweyî ya Şehrê Eftab (Bajarê Rojê) a Tehranê hatiye lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 07, 2022 16:32 Asia/Tehran
  • Tehran mazûvaniya yekem pêşangeha geştiyariya cîhana îslamî dike

Li gor Îran Pressê, Yekem pêşangeha geştiyariyê ya cîhana îslamî (IWTE) ji 7 heya 10 Hezîranê li navenda pêşangeha navneteweyî ya Şehrê Eftab (Bajarê Rojê) a Tehranê hatiye lidarxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, Yekem Pêşangeha Tûrîzmê a Cîhana Islamî bi navê  «Islamic World Tourism Exhibition» anku "Pêşangeha Tûrîzma Cîhanê ya Islamî" bi piştevaniya Wezareta Mîrateyên Çandî, Tûrîzm û Hunerên Destî, Komeleya Nivêsgehên Xizmetên Geşta Hewayî û geştyariyê ya Îranê, Şaredariya Tehranê, Komîsyona Neteweyî ya ISESCOyê li Komara Îslamî ya Îranê û Rêxistina Geşepêdana Bazirganiyê ya Komara Îslamî ya Îranê ji 7 heya 10`ê Hezîrana îsal li navenda pêşangeha navneteweyî ya bajarê Eftabê(Rojê) hatiye lidarxistin.

Wekî Azadeh Musteanî, sekretera cîbicîkar a pêşangeha geştiyariyê ya cîhana îslamî dibêje, ev bûyer derfetek ji bo civînên pisporî pêşkêşî hemû çalakvanên otêldariyê, ofîsên xizmetguzariyê û kompaniyên asmanî yên li welatên îslamî dike da ku bikarin di civîn û danûstendinên xwe ên hevpar de derfetên geşepêdana geştiyariyê li welatên xwe pevguherînin û xurt bikin. Herwiha bi Tirkiye, Pakistan, Îraq, Tacîkistan û welatên Kendava Farsê û çend welatên Afrîqayê re jî şêwirîn hatine kirin û biryar hat dayîn ku pêşangeh bi awayê pavyonên taybet werin lidarxistin.