Bankirina berpirsê balyozxana Yewnanîstanê ji bo Wezareta Karên Derve ya Îranê
Piştî rawestandina gemiya barhilgir a bi ala Komara Îslamî ya Îranê li nav avên Yewnanistanê, berpirsê balyozxana Yewnanistanê li Tehranê (di nebûna balyoz) bo Wezareta Karên Derve ya Îranê hat vexwendin û bi tundî derbarê dûhatên vê kiryara welatê wî hat agahdarkirin.
Li gor nûçeya navenda ragihandina Wezareta Karên Derve, Serokê Ofîsa Deryaya Spî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê bi berpirsê Balyozxana Yewnanîstanê re hevdîtin kir û erkên navneteweyî yên dewleta Yewnanîstanê jê re bi bîr xist û rawestandina keştiya bi ala Îranê ji ber zextên neqanûnî yên Amerîkayê rşermezar kir û got: Desteserkirina gemiyek bi ala Komara Îslamî ya Îranê, mînakek ji diziya navdewletî ye, ku berpirsatiya dewleta Yunanistanê û desteserkirina neqanûnî ye.
Serokê Ofîsa Deryaya Spî a Wezareta Karên Derve ya Îranê her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê dest ji mafên xwe yên qanûnî bernade û ji dewleta Yewnanistanê hêvî dike ku li warê deryagerî û keştîvaniyê bi erkên xwe yên navneteweyî tevbigere.
Berpirsê Balyozxana Yewnanistanê jî li vê hevdîtinê de ragihand ku ewê yekser nerazîbûn û îtiraza Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê bigihîne hikûmeta Yewnanistanê.