May 26, 2022 08:35 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan di gel hevpîşeyên xwe li welatên jêderka tozê şêwirî

Wezîrê karên derve yê Îranê di gel hevpîşeyên xwe li welatên jêderkê tozê û tûşbûyî bi qeyrana jîngehî ya ji ber belavbûna berfireh a toz û xubarê li navçeyê şêwirî.

Li pey giranbûna diyardeya toz û xubarê li navçeyê û fermana vebirr a seyid Îbrahîm Reyîsî, serokê Komara Îslamî ya Îranê ji bo şopandina lezgîn, Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê karên derve yê Îranê nameyek bo hevpîşeyên xwe li welatên jêderka tozê an jî tûşbûyî bi qeyrana jîngehî ya ji ber belavbûna berfireh a toz û xubarê li navçeyê şand.

Emîr-Ebdullahiyan di vê nameyê da ragihand: Komara Îslamî ya Îranê ji bilî hevkariyên teknîkî yên dualî ji bo kontrolkirina toz û xubarê, daxwaza girêdana konvansiyoneke navçeyî bi beşdariya NY û rêxistinên wê yên pisspor bi taybet Bernameya Jîngehê ya NY û Rêxistina Tenduristiya Cîhanî ye.

Di nameya Wezîrê karên derve yê Îranê da hatiye: Pêwîst e di bin vê konvansiyonê da sindoqek were damezirandin ku alîkriyên navneteweyî û navçeyî jê ra bên terxxankirin û herî zû bi rêya vê sindoqê têkoşîna li dijî diyardeya bahoza tozê û berfirehbûna biyabanê  pêk were.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha di vê nameyê da ragihand: Ev diyardeya jîngehî sînoran nas nake û girêdayî bi tenduristiya tevahiya gelê navçeyê ye; Loma pêwîst e ku hemî dewletên navçeyê bêyî beerçavgirtina mijarên siyasî li hemberî qeyrana tozê bi awayekî cidî û bibandor beşdar bibin.

 

 

Serepeyv