May 23, 2022 10:09 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Hildana tola şehîd Seyad Xodayî ji cinayetkaran tekûz e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pîrozkirin û sersaxîdana ji ber şehîdbûna pasdar Seyad Xodayî bo malbata wî û Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî, got: Hildana tola xwîna şehîd Seyad Xodayî ji cinayetkaran tekûz e.

Berevanê Heremê, serhengê Pasdar Seyad Xodayî roja Yekşemiyê kete ber cinayeta terorîstî ya dije-Înqilabê û sebebkarên ser bi istikbara cîhanî û şehîd bû.

Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê beriya terikandina Tehranê ber bi Mesqeta paytexta Omanê, bal kişande ser terorkirina şehîd Seyad Xodayî û got: Şopandina vê rûdanê dê bisselimîne ku bê guman destê istikbara cîhanî li paş vê cinaayetê heye.

Reyîsî got: Kesên ji li hemberî hêzên berevanê herîm û heremê têk çûn, dixwazin bi vî awayî têkçûn û lawaziya xwe nîşan bidin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha tevî amajeya bi serdana xwe ya Omanê got: Ev serdan li ser vexwendina fermî ya Heysem bin tariq siltanê Omanê pêk tê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê asta niha ya hevkariyên Îran û Omanê guncan nezanî û got: Vîn û biryara du welatan xurtkirina asta pêwendiyan di warên ticarî, veguhestin, enêrjî, geştyarî û bi taybet geştyariya tenduristiyê ye.

 

 

 

 

Serepeyv