May 17, 2022 10:12 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Germbûna peywendiyên cîranan dijminên herêmê bêhêvî dike

Wezîrê karên derve yê Îranê amaje bi hevdîtina xwe ya li gel serokê nû yê Îmarata Erebî jî kir û got: Têkeliyên germ ên navbera cîranan cihê dilgiraniya dijminên navçê ye.

Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan danê sibeya îro sêşemê li ser hesabê xwe yê Twîtterê got: Rûpelek nû li peywendiyên Komara Îslamî ya Îranê û Îmaratê hat vekirin. Em bi germî destên cîranên xwe dihejînin. Germbûna têkiliyên cîrantiyê dijminên herêmê bêhêvî dike.”

Wezîrê Karên Derve Emîr-Ebdullahiyan ku ji bo sersaxiyê ji ber koça dawî ya serokê Îmarata Erebî çûbû Ebû Zebiyê, duh (Duşem) bi serokê nû yê Îmarata Erebî Mihemed Bin Zayid re hevdîtin kir û mijarên hevpar gotûbêj kirin.

Çend mijarên balkêş û mijarên hevpar ên wekî çareserkirina pirsgirêka îraniyên niştecihên Îmaratê û hêsankirina kar û barên wan mijara gotûbêjên Emîr-Ebdullahiyan li gel serokê nû yê Îmaratê bû.

Piştî mirina Şêx Xelîfe Bin Zayid, Encûmena Bilind a Federal a Îmaratê roja Şemiyê Mihemed Bin Zayid wek Serokê nû yê Îmaratê hilbijart.

Serepeyv