May 16, 2022 12:29 Asia/Tehran
  • Husên Emîr-Ebdullahiyan berê xwe da Îmaratê

Wezîrê derve yê Îranê bi mebesta beşdariya di merasima şîndariya serokê Îmaratê ku vê dawiyê koça dawî kiriye, berê xwe da vî welatî.

Xelîfe bin Zayid Alê Nehyan, serokê Îmaratê roja Înê di 73 saletiyê da koça dawî kir.

 

Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, wezîrê derve yê Îmaratê ji bo beşdariya di merasima bi boneya koça dawî ya serokê Îmaratê, vê sibê çû Ebûzebiyê.

Seîd Xetîbzade berdevkê Wezareta derve ya Îranê îro tevî dayîna sersaxiyê bo gel û dewleta Îmaratê, hêvîdarî kir ku serokatiya Muhemed Bin Zayid serokê nû yê Îmaratê hevrê di gel geşatî û pêşerojeke baştir ji bo welatê Îmaratê be û peyama aştî û dostiyê ji bo navçeyê bîne.

 

Serepeyv