May 13, 2022 16:19 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Lihevkirina baş liberdest e

Wezîrê karên derve yê Îranê tekez kir: Lihevkirina baş ku em bikarin pişta xwe bidin wê li ber dest e, bi şertê ku Amerîka biryara xwe ya siyasî bide û ser soza xwe bimîne.

Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê îro li ser twîtera xwe derbarê serdana Ênrîke Mora Hevahengkirê gotûbêjên Viyenê bo Tehranê, nivîsî: Lihevkirina di gel Cozêp Borêl Berpirsê siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê, serdana Ênrîke Mora bo Tehranê û gotûbêjên wî di gel hevkarê min Elî Baqirî Kenî, alîkarê wezîrê derve, derfeteke dubare bû ku em bala xwe bidin ser dahêneriyên ji bo çareserkirina mijarên mayî yên gotûbêjên Viyenê.

Emîr-Ebdullahiyan di dewamê da nivîsî: Têkilî didomin.

Komara Îslamî ya Îranê tekez kiriye, ji ber ku Amerîka aliyek e ku Lihevkirina Navokî binpê kiriye, ev Waşîngton e ku divê bi rakirina boykotan vegere lihevkirinê û pêwîst e ku rastiya cihanîna sozên Amerîkayê were ceribandin.

Serepeyv