Artêşa Komara Islamî ya Îranê ji bo sekinîna himberî gefan tam amade ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i333753-artêşa_komara_islamî_ya_Îranê_ji_bo_sekinîna_himberî_gefan_tam_amade_ye
Serokê Çiqa Hevdengkirina Artêşa Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir: Artêşa Komara Islamî ya Îranê ji bo sekinîna himberî gefan tam amade ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 05, 2022 15:40 Asia/Tehran
  •  Artêşa Komara Islamî ya Îranê ji bo sekinîna himberî gefan tam amade ye

Serokê Çiqa Hevdengkirina Artêşa Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir: Artêşa Komara Islamî ya Îranê ji bo sekinîna himberî gefan tam amade ye.

Admîral Hebîbullah Seyyarî Serokê Çiqa Hevdengkirina Artêşa Komara Islamî ya Îranê got: Yekitî û hevdilîya hêzên çekdar û gelê Îranê dibe sedema jordaçûna asta amadebûn û pêşîlêgirtinê, di astekê da ku ti dijminek nekare êrişê bike.

Admîral Seyyarî herwiha got: Hêzên artêşê ji piştgirîya sedî sed a gel sûd werdigirin.

Artêşa Komara Islamî ya Îranê bilî cihanîna erkên leşkerî, dema bûyer û bobelatên weke rabûna lehîyê û erdhejê, hertim li rex gel bûye û di warê xizmetguzarî û alîkarîgihandinê da di rêza hêzên herî amade û kêrhatî da ye.

Artêşa Îranê herwiha di 2 salên vê dawîyê da 40 nexweşxanên xwe tam dan ber destê nexweşên koronayê.