Nîsan 28, 2022 23:21 Asia/Tehran
  • Serokomarê Îranê: Roja Qudsê sozê azadkirina Qudsê û jinavbirina Rejîma sexte ya Siyonîst e

Serokê Komara Islamî ya Îranê roja Qudsê, roja hemî mezlûm, bindest û bawermendên cîhanê û roja mizgîniya azadbûna Qudsê û jinavîûna Rejîma sexte ya siyonîst û serketina evîndarên Qurana pîroz da zanîn.

Li gorî rapora IRNA`yê, serokê Komara Islamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî roja pêncşemiyê li merasima rêzgirtina ji xizmetkarên Quranê yên Komara Îslamî ya Îranê ku li Mizgefta Îmam Xumeynî (re) ya Têhranê hat lidarxistin, got: eva ku Mucahîdên Filistînî li meydanê xebatê însiyatîfa têkoşîn li destê xwe de hene di bin ronahiya dersên Quranê de ye, nexwe çek û sîlahên leşkerî û tesîsên leşkerî di destê dijmin de ne.

Serokê Komara Islamî ya Îranê her wiha got: Îro dema ku ji xortekî filistînî, yemenî, libnanî û afgan tê pirsîn ku hêvî û mebesta wî ji cîhadê ji ku tê, dersên Qur'anê wekî hêviyek û hêvîder dide nasîn. Ew bi Quranê pişt germ in."

Serokê Komara Islamî ya Îranê destnîşan kir: Qur'an kitêba hîdayetê ye û şiyana rêberiya her kesî heye, lê kesên ku ji vê şiyanê sûd werdigirin di bin sîbera perwerdehiya Qur'anê û fêrkariyên pêxemberê mezin û ehlê beyta îsmet û teharetê de bilindtirîn xwestekên nefsanî li xwe zindî dikin.

Serepeyv