Nîsan 28, 2022 13:49 Asia/Tehran
  • Axaftina televizyonî ya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi minasibeta Roja Cîhanî ya Qudsê

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî roja îniya dawî ya meha pîroz a Remezanê hevdem bi Roja Cîhanî ya Qudsê dê di televîzyonê de xeber bide.

Li gor rapora navenda ragihandinê ya nivêsîngeha rêberê giranqedir ê inqilaba islamî, axiftina ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî sibê Înê saet 16:00`an ji kanalên navxwe û yên derve sînorî yên Radyo û Televîzyonên Komara Îslamî ya Îranê tê weşandin. 

Sibê îniyê 29ê Nîsana 2022an hevdem e bi 27ê Remezana sala 1443an Roja Cîhanî ya Qudsê ye.

Hz. Îmam Xumeynî (RE), damezrînerê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê, îniya dawî ya meha Remezanê wek roja cîhanî ya Qudsê da zanîn ji bo ku doza bingehîn a Filistînê ti caran ji bîr nebe û ji aliyê din ve misilmanên cîhanê herdem ji bo rizgarkirina Filistînê û Qudsa Şerîf ji bin dagirkeriya siyonîstan di seferberiyê de bibin.

Serepeyv