Serokê Parlamentoya Iraqê bi Emîr-Ebdullahiyan re civiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i333573-serokê_parlamentoya_iraqê_bi_emîr_ebdullahiyan_re_civiya
Serokê Parlamentoya Iraqê û Wezîrê Derve yê Îranê civiyan û mijarên balkêş ji bo her du aliyan gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 27, 2022 15:36 Asia/Tehran
  • Serokê Parlamentoya Iraqê bi Emîr-Ebdullahiyan re civiya

Serokê Parlamentoya Iraqê û Wezîrê Derve yê Îranê civiyan û mijarên balkêş ji bo her du aliyan gotûbêj kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Muhemed Helbûsî serokê parlemana Iraqê ku li ser vexwandina serokê meclisa şêwra Îslamî Mihemed Baqir Qelîbaf îro (çarşemê) bi serokatiya şandekê hatiye Têhranê, serdana wezareta karên derve kir û îro piştî nîvro bi Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan re civiya.

Her du aliyan ser pêwendiyên du welatan û riyên berfirekirina wan û hevkariyên curbicur gotûbêj kir. Wan her wiha babetên metirsîdar yên li dijî du welatan jî hilkolandin û desnîşan kir ku li hemberî van babetan bi hev re hevkariyeke bi bandor û cidî hebin.

Helbûsî beriya niha bi Serokê Meclîsa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, Serokomar Seyd Îbrahîm Reîsî û Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî re hevdîtin kiribû.