Nîsan 25, 2022 19:37 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê: Îran li dijî şer û kuştina mirovên bêguneh li her cihekî cîhanê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Îran li dijî şer û kuştina mirovên bêguneh e.

Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro di merasima wergirtina Nameya balyoztiyê ya balyozê Akrêdîteyê (Dual accreditation) yê Montenegroyê bi gotina vêya ku Îranê hertim pêwendiyeke dostane tev welatên navçeya Balkanê ji wan Montenegroyê ra hebûye, got: Du welatan zirûfên baş ji bo berfirehkirina danûstandinan û xurtkirina asta pêwendiyan di warên cûr bi cûr da hene.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê sabiqeya şêrr li navçeya Balkanê wek tecrubeyeke tehl ji bo vê navçeyê û cîhanê zanî û got: Şer bi tu awayî rûdaneke baş nîne û hertim siyaseta bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê piştgiriya ji aştî, aramî û pêşketinê û dijayetiya di gel şêrr bûye.

Balyozê Akrêdîte yê Montenegroyê jî got: Ez ê di heyama memûriyeta xwe da hewil bidin ku pêwendiyên dualî bên xurtkirin.

 

 

Serepeyv