Emîr-Ebdullahiyan: Amerîka divê zêdexwazî û şikê li gotûbêjên Viyenê wêda dayîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i333462-emîr_ebdullahiyan_amerîka_divê_zêdexwazî_û_şikê_li_gotûbêjên_viyenê_wêda_dayîne
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Amerîka divê zêdexwazî û şika xwe li gotûbêjên Viyenê wêda dayîne û di rêya rastbînî û çareseriyê da pêngav rake.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 23, 2022 09:26 Asia/Tehran
  •  Emîr-Ebdullahiyan: Amerîka divê zêdexwazî û şikê li gotûbêjên Viyenê wêda dayîne

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Amerîka divê zêdexwazî û şika xwe li gotûbêjên Viyenê wêda dayîne û di rêya rastbînî û çareseriyê da pêngav rake.

Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê êvara Înê di gotûbêja telefonî digel Josep Borrel Berpirsê Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê, tevî amajeya bi dewama şêwirînan ji bo rakirina boykotan, got: Tu şik û gumanek di vîna dewleta Komara Îslamî ya Îranê ji bo bidestxistina lihevkirineke baş, bihêz û mayînde tuneye. Wî her wiha got: Koşka Sipî divê zêdexwazî û şik û gumanên xwe wêda dayîne û di rêya rastbîniyê da pêngav rake.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: Niha sê welatên ewropî yanî Fransa, Inglîz û Almanya her wiha Çîn û Rûsiye amadeyî lihevkirina dawî ne û divê dewleta niha ya Amerîkayê ewqasî wêrek be ku siyasetên çewt ên raborî biguherîne.

Josep Borrel, Berpirsê Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê jî tevî amajeya bi vîna erênî ya aliyê îranî di gotûbêjên Viyenê da, got: Baweriya me ev e ku Îran li dû lihevkirinê ye û hin însiyatîf hene û didomin.

Berpirsê Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê dirêjbûna gotûbêjan avaker nezanî û pêşniyaz kir ku gotûbêjên di navbera nûnerê Yekîtiya Ewropayê û gotûbêjkerê payebilind ê Îranê ji nêzik va bên şopandin.

Josep Borrel bal kişande ser cenga li Ukraynê û ew wek qeyraneke cîhanî wesifand ku dikare dûhatên nerênî bi xwe ra bîne.