Nîsan 21, 2022 21:16 Asia/Tehran
  • Wezîrên derve yên Îran û Sûriyê şêwirîn

Wezîrê derve yê Îranê derbarê mijarên hevpar û hin mijarên navçeyî û navneteweyî bi hevpîşeyê xwe yê sûrî ra şêwirî.

Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê derve yê Îranê roja Pêncşemiyê di gotûbêja telefonî di gel Feyssel Miqdad wezîrê derve yê Sûriyê tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji dewama hevkariyan di astên cûr bi cûr da û hewildana taybet a du welatan ji bo berfirehkirina pêwendiyan, ji lidarxisatina komîsiyona bilind a hevpar bi armanca lezandina têkiliyên aborî bi taybet di beşa sivîl da pêşwazî kir.

Wezîrê derve yê Sûriyê jî tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji pêwendiyên herî baş ên dualî, amadetiya Şamê ji bo lidarxistina herî zûtir a Komîsiyona bilind a hevpar ji bo berfirehkirina hevkariyan ragihand.

Feysel Miqdad her wiha got: Ragihandina Roja Qudsê ji aliyê Îmam Xumeynî (Re) va bû sebeb ku rûdaneke cîhanî pêk bê ku her mirovekî şerîf rêzê lê digire.

 

Serepeyv