Fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Îranê: Tu welatek nawêre nêzikî avên Îranê bibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i333421-fermandarê_hêza_deryayî_ya_artêşa_Îranê_tu_welatek_nawêre_nêzikî_avên_Îranê_bibe
Fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Îranê tekez kir: Ji ber îqtidar û hebûna komkeştiyên Îranê li nav avên azad û şopandina berdewam me pirsgirêkek tunebû û tu welatekî newêrî nêzikî avên Îranê bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 21, 2022 10:14 Asia/Tehran
  • Fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Îranê: Tu welatek nawêre nêzikî avên Îranê bibe

Fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Îranê tekez kir: Ji ber îqtidar û hebûna komkeştiyên Îranê li nav avên azad û şopandina berdewam me pirsgirêkek tunebû û tu welatekî newêrî nêzikî avên Îranê bibe.

Li gorî rapora IRNAyê, emîr edmîral Şehram Îranî, Fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Îranê got: Li gorî şiyanên me, her dema ku Fermandarê mezin ê gişt hêzan fermanekê bide, me ev derfet heye ku hebûneke bibandor li hemû deverên avî yên cîhanê bin.

Fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Îranê her wiha got: Em tu sînorekê bo xwe nas nakin û bi berçavgirtina çarçovên navneteweyî, erkên xwe bi cih tînin.

Fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Îranê got: Roja îro em skorta keştiyên xwe li her cihekî pêk tînin da ku ewlehî pêk were.

Fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Îranê derbarê hebûna Israîlê li navçeyê û têkiliya di gel welatên cînar got: Dijmin hertim li dû dijminatiyê ye û roja îro em derbarê rejîmeke kirêt ku heta di asta navneteweyî da jî nayê şopandin, diaxivin.