Nîsan 18, 2022 18:14 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Siyonîst xetayeke herî biçûk bikin, em ê li navenda Rejîma Siyonîst bersiv bidin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Eger xetayeke herî biçûk ji aliyê Rejîma Israîlê pêk were, bersiva me dê li navenda Rejîma Siyonîst be û hêzên me yên çekdar dê wan rihet nehêlin.

Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê vê sibê di merasima rêzgirtina Roja Artêşa Komara Îslamî ya Îranê da got: Artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja îro dîmeneke ji hêzeke çekdar a biezmûn, bipergal û amade nîşan daye û ji ber xebata xwe ya serkeftî ji aliyê tevahiya gel va tê bawerkirin û gel wek piştevan û palpişt di roja pêwîst da lê dinêre.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku tevgera herî biçûk a dijmin dê bikeve bin çavdêriya hêzên çekdar ên welatê me, got: Rejîma Siyonîst ku li dû asayîkirina pêwendiyan di gel hin welatên navçeyê ye, bila bizane ku tevgera wê ya herî biçûk dê di bin çavdêrîû  serdestiya itilaatî ya hêzên çekdar û ewlehiyê yên Îranê da be.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi vêya ku hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê xwedan şiyanên zehf û berbiçav in, got: Şiyana herî mihwerî ya hêzên çekdar ên welatê me,

hebûna hêzên xwedêxwaz, bi manewiyet û wêra di meydana rûbirûbûna bi dijmin ra ye.

Piştî axaftina Serokê Komara Îslamî ya Îranê, yekîneyên bijarde yên hêzên bejahî, deryayî û asimanî yên Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi meşa leşkerî li ber cîgeha derbas bûn û amûrên nû yên artêşa Îranê ji wan Pergalên mûşekî yên Feth 360, Lebeyk, Dizfûl û Mecîd hatin nîşandan.

 

 

Serepeyv