Kemalvendî: Heta ku lihevkirin pêk neyê, zanyarî li cem Îranê dimînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i333286-kemalvendî_heta_ku_lihevkirin_pêk_neyê_zanyarî_li_cem_Îranê_dimînin
Berdevkê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Heta ku lihevkirin pêk neyê, dê zanyarî li cem Îranê bimînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 16, 2022 14:28 Asia/Tehran
  • Kemalvendî: Heta ku lihevkirin pêk neyê, zanyarî li cem Îranê dimînin

Berdevkê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Heta ku lihevkirin pêk neyê, dê zanyarî li cem Îranê bimînin.

Bêhrûz Kemalvendî, Berdevkê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê di gotûbêja bi Al-Alamê ra derbarê veguhestina hin binkeyên navokî ji navenda Tesaya Kerecê bo Netenzê, got: Me gelek bername ji bo berfirehkirin û berhemanîna makîneyên santrîfiyoj û dabînkirina ewlehiyê hene.

Berdevkê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê got: Ji ber operasiyona terorîstî ku li dijî Tesaya Kerecê pêk hat, em neçar man ku tevdîrên ewlehiyê girantir bikin û beşeke girîng a van makîneyan cîbicî bikin û yên mayî jî veguhezînin Netenz û Îsfehanê.

Wî her wiha got: Heta ku lihevkirinek pêk neyê, dê zanyarî li cem Îranê bimînin û dibe ku bên jêbirin.