Amadebûna Îranê ji bo avakirina du santralên 1000 megawatî li Lubnanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i332773-amadebûna_Îranê_ji_bo_avakirina_du_santralên_1000_megawatî_li_lubnanê
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ku çûye Lubnanê got: “Îran amade ye ku du santralên 1000 megawatî li Lubnanê ava bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 24, 2022 20:22 Asia/Tehran
  • Amadebûna Îranê ji bo avakirina du santralên 1000 megawatî li Lubnanê

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ku çûye Lubnanê got: “Îran amade ye ku du santralên 1000 megawatî li Lubnanê ava bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, "Husên Emîr-Ebdullahiyan" wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê ku piştî nîvroya îro (pêncşemê) ji bo duyemîn meqseda seredana xwe ya navçê piştî Sûriyê gihêşte Lubnanê, ji rojnamevanan re dema gihîştina xwe ya Beyrûtê paytexta Lubnanê got: "Em amade ne ku piştgiriya xwe û hevkariya xwe ya girîng a bazirganî û aborî ji Lubnanê re bidomînin,"

Emîr-Ebdullahiyan her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê amade ye du santralên 1000 MW li Lubnanê ava bike.

Eva duyemîn serdana Emîr-Ebdullahiyan bo Lubnanê ye piştî destbikarbûna wî wek wezîrê derve yê Îranê.