Emîr-Ebdullahiyan: Îran û Sûriye di çeperekê da ne
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Îran û Sûriye di çeperekê da ne.
Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di dema derbasbûna bo Sûriyê da got: Îran û Sûriye di çeperekê da ne û Îran pişta rêbertî, dewlet û gelê Sûriyê digire.
Emîr-Ebdullahiyan her wiha got: Pêwendiya Îran û Sûriyê di rewşa herî baş da ye.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Roja îro li kêleka gişt berûlayên pêwendiya du welatan, mijara hevkariyên aborî û bazirganî di yekemayetê da ye.
Wî got: Şêwirînên bazirganî, aborî û siyasî yên du welatan di baştirîn asta xwe da ye û tiştê ku li ser xêra gelê du welatan e, di rojevê da ye.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê îro ji bo hevdîtin û şêwirîna di gel rayedarên Sûriyê, derbasî Şamê bû.