Adar 20, 2022 20:39 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî sala 1401ê wek sala

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di peyamekê da bi boneya destpêbûna sala 1401ê ya Koça Rojî, tevî pîrozkirina Cejna Newrozê, sala nû wek sala "Berhemanîn; Zanistbingeh û Karsaz" bi nav kir.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di peyamekê da bi boneya destpêbûna sala 1401ê ya Koça Rojî, tevî pîrozkirina Cejna Newrozê û rojên jidayîkbûna roja rohnî ya alemê, hezretê Beqiyetullah (Ec) li gelê mezin ê Îranê û hemî gelên hevdil, û bi pîrozkirina taybet li malbatên mezin ên şehîd û canbazab, cangorî û xizmetguzarên gel li meydanên cûr bi cûr ên zanist, tenduristî, ewlehî û berxwedanê, sala nû wek sala "Berhemanîn; Zanistbingeh û Karsaz" bi nav kir.

Hezretê ayetullah Xamineyî sala 1400î jî weke salên din hevrê di gel hevraz û berjêran da zanîn û got: Hilbijartina girîng û mezin a serokkomartiyê ji hevraz û şêrîniyên sala berê bû ku gel tevî hebûna metirsiya pandemiya Koronayê, bi beşdariya di hilbijartinê da, dewleteke nû anî ser desthilatê ku li gorî nîşaneyên heyî, dewleteke gelanî û bi rêbazeke ciyawaz di gel dewleta rêzdar a berê ye û hêviyên gel vejiyandine.

Wî têkoşîna cidî li hemberî Koronayê û kêmbûna berbiçav a goriyên vê nexweşiyê di encama dabînkirina vaksînê ji bo hemiyan ji hevrazên din ên sala 1400î da zanîn û tevî vegotiina hevrazeke din a bûyerên wê salê, got: Di beşên cûr bi cûr ên zanist û teknolojiyê da ji berhemanîna çend cûre vaksînan bigire heta avêtina setlaytê, karine mezin pêk hatin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî mukirhatina amerîkiyan derheqê têkçûna wan a bi rezîltî di mijara zexta herî pirr li ser Îranê ji şêrîniyên din ên sala 1400î di warê cîhanî da zzanîn û got: Berxwedana gel bû sebeba vê serkeftinê û di rastiyê da ev gel bû ku bi ser ket.

Wî bal kişande ser bûyerên cûr bi cûr ku sala 1400î di deverên din ên cîhanê da qewimîn û destnîşan kir: Ev bûyer gişt duristiya rêya gelê Îranê li hemberî istikbarî nîşan didin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî, "Dijwariya debara jiyana gel û mijara bihabûnê" wek mijara herî tehl a sala 1400î da zanîn û got: Pirsgirêkên aborî dikarin bên çareserkirin û bi hetim divê bên çareserkirin, helbet lezkirin û çaverêtiya wêdadayîna yekcarî ya wan rastbînane nîne, lê em hêvîdar in ku beşeke wan di sala nû da ku sala yekem a sedsala 15an a Koça Rojî ye bên çareserkirin.

Wî di dewamê da armanca dirûşmeya salê diyarkirina tûşa hereketa berpirsên saziyan û yek bi yekê gel zanî û got: Hin salan li gorî dirûşmeya salê, serkeftinên baş hatin bidestxistin, lê hin salan jî hin kêmkarî û xemsarî hebûn. Helbet di sala 1400î da ku sala "Berhemanîn; Piştrevanî û Jinavbirina berbendan" bû da, karine baş hatin kirin ku divê bên domandin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî derbarê hegera hûrbûna li ser mijara Beerhemanînê di salên dawiyê da got: Berhemanîn, kilîda çareserkirina pirsgirêkên aborî û rêya sereke ya derbasbûna ji dijwariyên aborî ye, tevî ku pêşketina aborî, zêdebûna kar û pêşeyî, daketina bihabûnê, zêddebûna derhata takekesan, başbûna rihetiya gelemperî û zêdebûna xwebawerî û serfiraziya neteweyî girêdayî bi geşbûna oksîrekê bi navê Berhemanîna Neteweyî ye ku palpiştiya bi wê di van salan da bandorên xwe yên baş jî hebûne.

Hezretê Ayetullah Xamineyî her wiha got: Îsal jî ez hema wisa balê dikişînim sser mijara Berhemanînê; Helbet aliyekî nû yê Berhemanînê yanî Berhemanîna "Zanistbingeh" û "Karsaz".

 

Wî destnîşankirina pîvanên Berhemanîna Zanistbingeh û Karsaz sebeba meşa ber bi pêş û hestbûyî di hemî armancên aborî da zanî û got: Dirûşmeya sala 1401ê "Berhemanîn; Zanistbingeh û Karsaz" e.

 

 

Serepeyv