Adar 07, 2022 21:37 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Em dijî şêrr in, çiqasî şer zûtir bi dawî were, ser xêra gelan e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê li dijî şêrr e û her roja ku şer zûtir bi dawî were, li ser xêra gelan e û metirsî, ziyan û pirsgirêkên gel kêm dibin.

Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di civîna taxima Dewletê tevî mijarên navxweyî û navçeyî, bal kişande ser qeyrana Ukraynê û got: Gelê Ukraynê jîê weke gelê Efxanistan, Yemen û Iraqê bûye goriyê siyasetên şeytanî yên Amerîkayê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê hema wisa ku Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ragihand, li dijî şêrr û her roj ku şer zûtir bi dawî were, li ser xêra navçe û gelan e û xeter, ziyan û pirsgirêkên gel kêm dibin.

 

Serepeyv