Emîr-Ebdullahiyan: Em mijûlç nirxandina teksta rêkeftinê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i332221-emîr_ebdullahiyan_em_mijûlç_nirxandina_teksta_rêkeftinê_ne
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, bi gotina vê yekê ku em bi awayekî cidî li ser metna rêketinnamê dinihêrin, pêgirî kir: "Rêkeftineke baş û bilez heye, eger îradeya rasteqîne ya aliyên gotûbêjker hebe."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 27, 2022 08:55 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Em mijûlç nirxandina teksta rêkeftinê ne

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, bi gotina vê yekê ku em bi awayekî cidî li ser metna rêketinnamê dinihêrin, pêgirî kir: "Rêkeftineke baş û bilez heye, eger îradeya rasteqîne ya aliyên gotûbêjker hebe."

Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr Ebdulahiyan roja şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî: "Em bi awayekî cidî li ser metna peymanê dinirxînin. Îro(Şenbî) li peywendiyeke telefonî bi Joseph Borrell berpirsê siyaseta derve yê YE û hevrêzkarê payebilind ê hevdîtinên Viyenê re axivîm. "

Emîr-Ebdullahiyan tekez kir: “Eger îradeya wan a rast hebe, em ji bo rêkeftineke baş û bilez amade ne”.

Gera heştem a danûstandinên Viyenê li ser rakirina dorpêçên zalimane û neqanûnî yên li ser Îranê, piştî navbereke kurt ji bo biryardana siyasî, roja 8ê Sibata 2022an ji nû ve dest pê kir.