Emîr-Ebdullahiyan pêşwaziya Wezîrê Derve yê Umanê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i332149-emîr_ebdullahiyan_pêşwaziya_wezîrê_derve_yê_umanê_kir
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li Tehranê pêşwaziya wezîrê karên derve yê Umanê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 23, 2022 22:01 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan pêşwaziya Wezîrê Derve yê Umanê kir

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li Tehranê pêşwaziya wezîrê karên derve yê Umanê kir.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê roja çarşemiyê li Wezareta karên derve ya Îranê pêşwaziya Seyd Bedir Bin Hemed El-Bûseydî wezîrê karên derve yê Umanê kir.

Wezîrê karên derve yê Umanê bi rabardina Elî Necefî sefîrê Komara Îslamî ya Îranê li Mesqetê ji bo hevdçtin û gotûbêja bi rayedarên Komara Îslamî ya Îranê re îro danê sibê gihêşt Tehranê.

Li gorî vê raporê, wezîrê karên derve yê Umanê, piştî hevdîtina bi Emîr-Ebdullahiyan, bi serokomarê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî re jî civiya.

Wezîrên karên derve yên Îran û Umanê piştî hevdîtinê beşdarî civîneke çapemeniyê ya hevpar bûn.

Serdana wezîrê karên derve yê Umanê bo Têhranê di demekê de ye ku gera heştem a gotûbêjên Viyenê birêve diçe û gotûbêjên îranî bi serokatiya Elî Baqirî Kenî serokê danustandinên Komara Islamî ya Îranê rawêjkariyê û hevdîtina digel şandên 4+1 dikin.