Emîr-Ebdullahiyan: Destê Î ranê ber bi welatên cînar va vekirî ye
Wezîrê karên derve yê Îranê di twîterê da nivîsî: Destê Îranê ber bi welatên cînar va vekirî ye.
Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê tevî amajeya bi serdana Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê û taxima pê ra bo Qeterê, di twîtekê da nivîsî: Serokê Komara Îslamî ya Îranê mêvanê dewleta Qeterê ye û bi germî ji aliyê mîrê Qeterê va hat pêşwazîkirin.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha nivîsî: Xurtkirina pêwendiyan di gel welatên cînar bi taybet welatên erebî, ewiliyeta bingehîn a siyaseta Îranê ye.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha nivîsî: Pêwendiyên Îran û Qeterê di beşa dewletî û gelanî da kevn û li ser esasa berjewendiyên hevpar hatiye danîn û xurtkirina pêwendiyan di gel welatên cînar bi taybet welatên erebî, yekemayeta bingehîn di siyaseta Îranê da ye.