Sibat 22, 2022 08:40 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Têkiliya di gel welatên Amerîkaya Latînî dê baştir ji berê were şopandin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku berxwedan û berxwegirtina helwêstên qahêm li hemberî serdestîxwazan û emperyalîsmê dê bi hetim bi ser keve, got: Têkiliya me di gel welatên Amerîkaya Latîn ji bo bidestxistina asoyên nû yên hevkariyê dê baştir ji berê were şopandin.

Li gorî rapora IRNAyê, Ayetullah Seyid Îbrahîm reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê êvara Duşemiyê li kêleka civîna şeşem a serokên welatên firoşyarê gazê li Qeterê di hevdêîtina di gel Flîks Plasensiya Gûnsalês wezîrê derve yê Venezuelayê, bi gotina vêya ku em bi yeqîn in ku berxwedan û berxwegirtina helwêsta qahêm li hemberî serdestîxwazan bê guman dê bi ser keve, got: Yek ji mînakên îsbata vê îdiayê Venezuela ye ku tevî hebûna zextên giran, bi berxwedan û piştevaniya gel, bi berxwedan û plandarêştinê li hemberî boykotan sekiniye û roja îro em dibînin ku rewş li vî welatî ber bi baştirbşûnê va diçe.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku Îranê ji bo berfirehkirina hevkarî û danûstandinan tev Venezuelayê di warên cûr bi cûr da plan darêştiye, got: Em amade ne da ku di guhertina rewşa aborî ya Venezuelayê li ser xêra gel li kêleka vî welatî bin.

 

Wezîrê derve yê Venezuelayê jî tevî amajeya bi vê yekê ku welatê ku bihêz di rêya têkoşîna dijî emperyalîsma Amerîkayê sekiniye, got: Amerîka dixwaze ku hemî welat xwestekên wê bişopînin; Lê gelê Venezuelayê li hemberî zêdexwaziyên wê rawestiyaye û dê rê nede ku Amerîka rê li ber rola rêbertiya Venezuelayê di azadîxwazî û mafxwaziya gelên Amerîkaya Latîn bigire.

 

Serepeyv