Serokê Komara Îslamî ya Îranê: Îranê di serdema dijwariyê da dostaniya xwe bo hemî welatên navçeyê selimandiye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku em li dû guherînê di têkiliyên navçeyî da ji bo danûstandin, hevkarî û hevgirtinê ne, got: Îranê di serdema dijwariyê da dostaniya xwe bo hemî welatên navçeyê selimandiye.
Seyîd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê di serdana xwe ya Dûhayê da li civîna nûçeyî ya hevpar di gel mîrê Qeterê, got: Îranê selimandiye ku hertim pişta berjewendiyên welat û gelên serbixwe digire.
Reyîsî tevî tekeziya li ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê serketiya du qadên şerê dijî terorîsmê û kampanyaya zexta herî pirr a aborî bûye, got: Amerîka divê vîna xwe ji bo rakirina boykotên sereke îsbat bike.
Wî destnîşan kir: Ji bo bidestxistina lihevkirinê, "Dabînkirina berjewendiyên gelê Îranê bi taybet rakirina boykotan", "Garantiya pêbawer" û "Girêdana dosyeyên îdiayên siyasî" pêwîst e.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku navçeya Rojavayê Asyayê derbasî qonaxeke nû bûye, got: Dersa girîng a guhertinên çend dehikên borî ev e ku destdirêjî bi ser nakeve û Berxwedan rêkar e û ya sêyem jî ev e ku tu rêkareke leşkerî ji bo kêşeyên navçeyê bi kar nayê.
Reyîsî tevî amajeya bi hevkariyên Îran û Qeterê di warên cûr bi cûr da, got: Serpişkiyên bêmînak ên Îranê di warên erdnigarî, jîngeh, tranzît, aborî, zanist û hêzên mirovî yên cewan û xwenda rewşê ji bo hevkariya du an çendalî ya aborî û ewlehiyê xweş dike.
Şêx Temîm bin Hemed Alê Sanî mîrê Qeterê jî tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji wajokirina çend têgihîştiname û lihevkirinameyan navbera Îran û Qeterê, got: Ev mijareke gelekî girîng e û divê cihanîna wan were şopandin.