Sibat 19, 2022 11:38 Asia/Tehran
  • Senatorê payebilind yê Demokrat: Her rêkeftinek bi Îranê re dê li Kongresê were nirxandin

Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê îdia kir ku her rêkeftinek bi Îranê re dê li Kongreya Amerîkayê were nirxandin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Robert Menendez, serokê komîteya peywendiyên derve ya Senatoyê li koma endamên lobiya AIPAC a Siyonîstî got: Kongresa Emerîkayê her lihevkirinek muhtemel bi Îranê re li gotûbêjên Viyenê dê binirxîne.

Menendez roja Pêncşemê di civînekê de got ku Kongres dê "bêguman" her "belgeya lihevkirî" di danûstandinên Viyenayê de li gorî qanûnek ya bi navê INARA (pêdaçûna lihevkirina navokî ya Iranê) binirxîne.

Qanûna INARA ku di sala 2015an de ji aliyê Kongresa Amerîkayê ve hat qebûlkirin, rê dide meclîsa Amerîkayê ku her rêkeftina navokî ya bi Îranê re ku Amerîka beşek ji wê ye, binirxîne.

Menendez ku di sala 2015 de dijberê rêketinama navokî ya bi Îranê re bû, roja pêncşemiyê ji hevkarên xwe yên li Senatoyê xwest ku ji ber îhtimala êrişa Rûsiyê ser Ukraynayê, mijarên girêdayî dosya navokî ya Îranê paşguh nekin.

Menendez çend hefte berê li Senatoyê bi qasî saetekê li ser mijara muzakereyên bi Îranê re axivî û nêzîkatiya hikûmeta Joe Biden a ji bo hevdîtinên Viyenayê rexne kir.

Di hefteyên borî de, komek ji qanûndanerên Amerîkî bi awayên curbicur, ji nivîsandina nameyan, nasandina proje yasayan û lidarxistina konferansan li Senato û Civata Nûneran, nerazîbûna xwe li hember hewlên Joe Biden ji bo gihîştina bi rêkeftina ligel Îranê bi awayên cuda ragihandine.

Serepeyv