Sibat 16, 2022 08:19 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Lihevkirin girêdayî bi reftara berpirsyarane ya welatên rojavayî ye

Wezîrê karên derve yê Îranê Sêşemiyê bi şev li twîterê tevî amajeya bi gotûbêja xwe ya telefonî tev Cozêb Borêl Berpirsê Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê, ragihand: Dahêneriyên aliyê îranî, lihevkirina li Viyenê daniye ber dest, lê pêkhatina lihevkirina dawiyê girêdayî bi reftara berpirsyarane ya welatên rojavayî ye.

Gotûbêjên Viyenê ji ber dahêneriyên tîma gotûbêjker a Îranê, hin pêşketin derbas kirine, lê derengiya aliyên rojavayî bi taybet dewleta Joe Biden ji bo cebirandina kiryarên neqanûnî yên dewleta berê ya Amerîkayê û dewama siyaseta zexta herî pirr, hin guman derbarê cidîbûna vî welatî ji bo vegeriyana li Lihevkirina Navokî pêk anîne û pêvajoya gotûbêjan dirêj bûye.

Wezîrê karên derve yê Îranê şeva derbasbûyî li twîterê ragihand ku pêvajoya gotûbêjan ber bi pêş va ye, lê hîn hin mijarên girîng, li pêşberî aliyên gotûbêjê hene.

 

Serepeyv