Çile 28, 2022 22:30 Asia/Tehran
  • Reîsî: Temamkirina korîdora bakur-başûr ji bo Îranê û cîranên wê yên bakur gelek sûdên aborî hene

Serokê Komara Islamî ya Îranê li dewama seferên xwe yên parêzgehan çû parêzgeha Gîlanê li bakûra Îranê û li wir destnîşan kir: Temamkirina korîdora bakur-başûr ji bo Îranê û cînarên wê yên bakûrî gelek sûdên aborî hene.

Li gor rapora navenda ragihandinê ya serokomariya Îranê, serokomarê Îranê "Seyîd Îbrahîm Reyîsî" îro Înê, di berdewamiya geştên xwe yên parêzgeha Gîlanê, serdana  bo projeya çêkirina rêya hesinî ya Qezwîn-Reşt-Enzeliyê kir û got: Korîdora bakur-başûr projeyeke Îranî-herêmî ye.

Reîsî amaje bi avantajên aborî yên girêdana rêya hesinî ya Çabeharê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya Îranê bi bendera Enzeliyê kir û li ser pêwîstiya bilezkirina temamkirina vê korîdora tekez kir.

Serokomarê Îranê li bara giringiya girêdana korîdora rêya hesinî ya bakur-başûr got: Temamkirina vê rêya hesinî dikare dem û lêçûnên veguhestina kelûpelan kêm bike.

Seyîd Îbrahîm Reîsî roja Înê di dema seredana Îskeleya bendera Kaspiyenê de, bi raporta “Rostem Qasimî” wezîrê rê û bajarvaniyê û berpirsên bendera Kaspiyenê derbarê projeya avakirina Îskileyên nû li vê benderê û herwiha dawîn rewşa girêdana rêya hesinî ya Çabeharê bi Bendera Kaspiyenê re li parêzgeha Gîlanê agahdar bû.

Seyd Ebrahîm Reîsî roja Înê dema gihişte parêzgeha Gîlanê, li ser armancên vê seferê got: Parêzgeha Gîlanê di warê aborîya deryayî, geştyarî û pîşesazî de xwedî karînên gelek in ku bi aktîvkirina wan, em dikarin pirsgirêk û  kêşeyên xelkê vê parêzgehê çareser bikin.

Serepeyv