Emîr-Ebdullahiyan: Nêrîna stratejîk a Îran û Rûsiyê li pêwendiyên derveyî, palpiştiya pêwendiyên nû yên du welatan e
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Nêrîna stratejîk a Îran û Rûsiyê li pêwendiyên derveyî, palpiştiya pêwendiyên nû yên du welatan e.
Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê tevî amajeya bi berûlayên girîng ên serdana Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Rûssiyê di warê berfirehkirina hevgirtin, hevkariyên ticarî û aborî û ewlehiya komî da, got: Helwêsta bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê, dabînkirina ewlehiya navçeyê ji aliyê welatên navçeyê va ye.
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê hertim siyaseta xwe ya bingehîn ji bo xurtkirina cînaretiya baş, bawerîçêkirin û gotûbêja bi welatên cînar ra tekez kiirye û pêkhatina ewlehiya mayînde tenê bi riya hevkarî, beşdarî û aştiyê mumkin dizane.