Çile 18, 2022 18:23 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Îranê: Nexşerêya nû ya pêwendiyên Îran û Rûsiyê tê amadekirin

Wezîrê karên derve yê Îranê ragihand: Komara Îslamî ya Îranê û Rûsiyê di danûstandinên dualî da bibiryar in ku soznameya bingeha pêwendiyên dualî û hevkariyê li gorî alûgorên cîhanî biroj bikin.

Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Sêşemiyê û di bereberê serdana Srokê Komara Îslamî ya Îranê ya Moskoyê da, di nivîsarekê li ajansa rûsî ya Sputnik'ê tevî amajeya bi vêya ku şêwirînên serokomarên Îran û Rûsiyê bereyeke berfireh ji mijarên cûr bi cûr di astên dualî, navçeyî û navneteweyî (ji wan gotûbêjên Viyenê ji bo rakirina boykotan) digire ber xwe, nivîsî: Di asta navçeyî da û li gorî vîna rêberên bilind, hevkariya du welatan ji bo dabînkirina berjewendiyên hevpar ji sînorên pêwendiyên dualî derbas bûye û bi derbasbûna bo warên alîkariya bo dabînkirina ewlehiya navçeyî û navneteweyî xurttir ji her demeke din bûye.

 

 

Serepeyv