Peywendiya telefonî ya wezîrên karên derve yên Îran û Rûsyayê
Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê pêwendiya telefonî ya navbera wezîrên derve yên Rûsya û Îranê agahî da.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr`ê, Wezareta karên derve ya Rûsiyê roja duşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand: Sergey Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyê li peywendiyeke telefonî tev Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê li ser mijarên têkildarî Rêketinama Navokî gotûbêj kirin.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê de hat ragihandin, Lavrov û Emîr-Ebdullahiyan di çarçoveya ji nû ve destpêkirina danûstandinên Viyenê (Rakirina dorpêçan) de li ser plana çalakiyên hevbeş ên berfireh gotûbêj kirin.
Li gor ragihandina şanda danûstandinkar, gera heştem a gotûbêjên rakirina sizayan roja duşemiyê 27ê Kanûnê ya 2021ê dest pê kir û gotûbêj bi pêş ketine.