Erdhejê başûrê Îranê hejand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i331433-erdhejê_başûrê_Îranê_hejand
Îro yekşemê li başûrê Îranê li girava Xarkê û bendera Rîgê ya parêzgeha Buşehrê bi tundiya 4.8 rîşteran erdhejek pêk hat.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 16, 2022 07:32 Asia/Tehran
  • Erdhejê başûrê Îranê hejand

Îro yekşemê li başûrê Îranê li girava Xarkê û bendera Rîgê ya parêzgeha Buşehrê bi tundiya 4.8 rîşteran erdhejek pêk hat.

Li gorî Navenda Sîsmolojî ya Enstîtuya Jeofîzîkê ya Zanîngeha Tehranê, ev erdhej di kûrahiya 10 kîlometreyan de pêk hatiye.

Di vê derbarê de navenda kontrol û hemahengiya operasiyonan a rêxistina rizgarî û alîkariyê ya Heyva Sor a Îranê ragehand: Tîmên nirxandinê yên vê saziyê ji bo lêkolînkirin û naskirina ziyanên muhtemel û eger pêwîst bibe alîkariya welatiyan bikin bo herêmê hatin şandin.

Derbarê xisrên muhtemel heta niha ti agahî nehatine bidestxistin.