Emîr-Ebdullahiyan derbasî Pikenê bû
Çile 14, 2022 10:00 Asia/Tehran
Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê karên derve yê Îranê ku bi mebesta gotûbêja di gel rayedarên Çînê paşnîvroya roja Pêncşemiyê di serê desteyeke bilind a siyasî da berê xwe dabû vî welatî, vê berbenagê derbasî Pikenê bû.
Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê di dema daketina li balefirgeha Wûşiyê da armanca serdana xwe ya Çînê gotûbêja tev rayedarên Çînê derbarê pêwendiyên dualî û şêwaza cihanîna lihevkirinên Komara Îslamî ya Îranê û Çînê derbarê hevkariyên aborî da zanîn.