Çile 10, 2022 13:58 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Pêwendiya Têhran û Mesqetê kevn û mayînde ye

Wezîrê karên derve yê Îranê pêwendiya Îran û Omanê kevn û mayîndde da zanîn û got: Stratejiya dewleta Îranê berfirehkirina pêwendiyan tev welatên cînar e.

Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Duşemiyê dema derbasbûna bo Mesqeta paytexta Omanê, got: Komara Îslamî ya Îranê li pey tecrubeya pêwendiya baş tev welatên cînar li derdora Kendava Farsê ye da ku bikare pêwendiya şebekeya welatên cînar xurt bike.

Wezîrê karên derve yê Îranê got ku ew ê di serdana yekrojî bo Omanê, tev rayedarên bilind ên vî welatî bicive.

 

Serepeyv