Çile 09, 2022 22:56 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Biryar e nîne em bi salan li benda gotûbêjên Viyenê bimînin

Wezîrê karên derve yê Îranê bi gotina vêya ku biryar nîne em bi salan li benda gotûbêjên Viyenê bimînin, got: Eger me vîn û iradeyeke cidî hebe, em dikrin di demeke kurt da lihevkirineke baş bi dest bixin û em di nuqteya îro da pêvajoyê erênî û berbipêş dinirxînin.

Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê di gotûbêja bi kanala cîhanî ya Jame jam a Îranê derbarê gotûbêjên Viyenê da, got: Erka tîma aboriyê ya Îranê ev e ku bi armanca bêbandorkirina boykotan bixebite; Yanî biryar nîne ku em  bi salan li benda gotûbêjên Viyenê bimînin.

 

Wî got: Em bi mantiqeke bihêz gotûbêjan didomînin û me rêkarine berbiçav li gotûbêjan raberî aliyên din kirine.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Pêşniyazên  Îranê aşkira û zelal li ser maseya gotûbêjan in û aliyên hemberî me bi taybet yên rojavayî divê niyeta baş nîşan bidin.

 

 

Serepeyv