Axaftina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi boneya salvegera serhildana 19ê Dêyê - Îro
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i331260-axaftina_rêberê_mezin_ê_Înqilaba_Îslamî_bi_boneya_salvegera_serhildana_19ê_dêyê_Îro
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di salvegera serhildana 19ê Dêyê ya gelê Qûmê li dijî rejîma sitemşahiyê, dê bi riya televîziyonê biaxive.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 09, 2022 05:19 Asia/Tehran
  • Axaftina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi boneya salvegera serhildana 19ê Dêyê - Îro

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di salvegera serhildana 19ê Dêyê ya gelê Qûmê li dijî rejîma sitemşahiyê, dê bi riya televîziyonê biaxive.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, axaftina Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî îro (Yekşemî) dê bi awayê zindî ji kanalên televîziyonê yên Komara Îslamî ya Îranê ji wan ajansa IRAN Pressê were weşandin.

Axaftina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di salgera 19ê Dêyê, her sal bi beşdariya bi hezaran kes ji gelê Qûmê li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) dihat lidarxistin; Lê îsal ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê, bêyî hebûna gel û dê bi awayê televîziyonî were lidarxistin.