Piştrastkirina pêşveçûna danûstandinên Viyenê ji aliyê beşdarên danûstandinan ve
Şanderê Rûsiyê di nav rêxistinên navdewletî de li Viyenê, Paytexta Otrîşê, roja Îniyê di peyameke Twitterê de nivîsîbû ku hemû beşdarên danûstandinên Viyenê pêşketina ber bi rêkeftinê piştrast kirine.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, "Mîxayîl Ulyanov" nûnerê Rûsiyê li saziyên navneteweyî li Viyena paytexta Otrîşê di peyameke Twitterê de behsa pêşketinên li gotûbêjên rakirina dorpêçên ser Îranê li Viyena paytexta Otrîşê kir.
Wî di peyamê de nivîsî: "Hemû beşdarên danûstandinên Viyenê niha mikur hatin ku gotûbêj ber bi lihevkirina derbarê vejandina Rêkeftina Navokî û rakirina sizayan pêşve diçin, ev di rewşekê de ye ku hewlên berdewam ên zêdetir ji bo bidestxistina vê armancê hewce ne.
Heştemîn gera gotûbêjan li Viyenê, bi giraniya li ser rakirina dorpêçên zordarane û neqanûnî li ser Îranê, roja duşemiya buhurî bi civîna Komîsyona Hevbeş bi serperestiya Elî Baqirî, berpirsê danûstandinan ê Komara Îslamî ya Îranê û Enrique Mora, cîgirê sekreterê giştî yê servîsên Çalakiya Derve ya Yeketiya Ewropayê dest pê kir.
Elî Baqirî Kenî, berpirsê danûstandinan ê Îranê, di nirxandina xwe ya dawî de derbarê gotûbêjên li Viyenê yên derbarê rakirina sizayan de got ku ew gotûbêj erênî bûn û ber bi pêş ve diçin.