Berdewamiya civîna şandên danûstandinê yên Îranê û çar zêde yek li Viyenê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i331167-berdewamiya_civîna_şandên_danûstandinê_yên_Îranê_û_çar_zêde_yek_li_viyenê
Civîna şandên danûstandinê yên Îranê û welatên 4+1ê êvariya îro sêşemê (bi dema herêmî) li Viyenê berdewam kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 04, 2022 17:45 Asia/Tehran
  • Berdewamiya civîna şandên danûstandinê yên Îranê û çar zêde yek li Viyenê

Civîna şandên danûstandinê yên Îranê û welatên 4+1ê êvariya îro sêşemê (bi dema herêmî) li Viyenê berdewam kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIBê, Ji ber ku gotûbêjên gera heştem hîna berdewam in, heya niha ti planek ji bo lidarxistina komîsyoneka hevpar nîne û hîn jî şêwirên dualî û piralî di beşên curbicur de berdewam in.

Qonaxa duyem a gera heştem a gotûbêjên rakirina dorpêçên li dijî Îranê roja Duşemiyê li Viyenê bi amadebûna dîplomatên pilebilind ên Îranê û grûpa 4 + 1 piştî navbereke sê rojî bi sedema betlaneyên sersala nû dest pê kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade duh ji rojnamevanan re got: Şanda Komara Îslamî ya Îranê ji bo cîbicîkirina berjewendiyên sozdayî yên li ser Rêkeftina Navokî sefera Viyenê kiriye.