Emîr-Ebdullahiyan: Sîyonîzm di pêşeroja cîhanê de ti cihekî xwe tineye
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li berteka li hemberî gotinên serokwezîrê Rejîma Siyonîstî, pêgirî kir: Sîyonîzm di pêşeroja cîhanê de ti cihekî xwe tineye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê îro duşemê li ser hesabê xwe yê Twîtterê bertek nîşanî gotinên şaşûpaşo û pûç ên wezîrê karên derve yê Îsraîlê da û bal kişand ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê berevaniyê ji maf û berjewendiyên miletê xwe dike û di twîtekê de nivîsîbû ku sîyonîzm di pêşeroja cîhanê de ti cihekî xwe tine.
Emîr Ebdullahiyan her wiha got: Bi otorîte û aqilmendiya siyonîzmê di pêşeroja cîhanê de cihê wê nemaye.
Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yair Lapid vê dawiyê îdia kir ku rejîm dikare bêyî haya dewleta Amerîkayê êrişî Îranê bike û ji bo parastina ewlehiya xwe "pêdiviya wê bi destûra ti kesî nîne".