Êrişên giran ên hêzên Colanî ser HSD u tundbûna pevçûnan li Helebê
Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku di navbera HSD u hêzên Colanî da pevçûnên giran li Helebê derdikevin.
Hêzên Colanî bi çekên giran ji wan topan êrişî Taxên Şêx Meqsûd u Eşrefîye yên Helebê dikin. HSD jî di daxûyanîyeke di vî warî da ragihand: Hêzên me ji bo pûçkirina êrişên hanê bi giranî li ber xwe didin. Hêzên êrişker tûşî zîyanên giran bûne. Di encama wan pevçûnan da heta nika gellek kes hatine kuştin u birîndarkirin. Ev êrişana di halekî da ne ku Mezlûm Ebdê u Colanî di Adara sala buhurî da lihev kiribûn u derbara Helebê da jî bi awayekî cida lihev kiribûn, lê piştî qirrkirina Elewî û Durzîyan u êrişên hêzên Colanî ser bendava Tişrînê u kurdan li Efrînê, lihevkirina Ebdî u Colanî vê carê jî bêencam maye. HSD radigihîne ku hikûmeta demkî ya Colanî dil heye sivîlan ji taxên Kurdnişîn ên Helebê derxe û ji bo dagirkirinê, wan taxana veguherîne herêma cengê ya tam.